Zelensky: Nabe ku endamtiya NATO bibe mijara bazarê bi Rûsyayê re
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskiy, beriya ku ber bi Lûtkeya NATO ya li Vilnius a Lîtvanyayê ve, bi rê bikeve ragihand, sînyalên ku bêyî amadebûna Ukraynayê derbarê proseya endamtiya NATO de nîqaş têne kirin hene.
Volodimir Zelensky li ser hesabê xwe yê medya civakî got, ew her tim girîngiyê didin axaftinên vekirî yên hevpeymanan û ewlekariya hevpar.
Serokê Ukraynayê diyar kir ku nûnertiya Ukrayna li Lûtkeya NATO mijara rêzgirtinê ye û Ukrayna vê hurmet û rêzgirtinê heq dike.
Zelenskiy, bal kişand ser, sînyalên ku bêyî amadebûna Ukraynayê derbarê proseya endamtiya NATO de nîqaş têne kirin hene û ew jî ne li ser endamtiyê lê li ser vexwendina wê ne ku ev rewşeke nebaş e.
Serokê Ukraynayê da xuyakirin ku bazariyên li ser endamtiya NATOyê bi Rûsyayê re bêne kirin, dê ji Rûsyayê re bi motîvasyona berdewamkirina terorê û ev jî lawaziyeke ku ez dê vê mijarê li lûtkeyê nîqaş bikim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin