Hakan Fîdan: Gelo endamtiya NATO ya Swêdê wê bibe bar yan jî…
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro 4ê Tîrmehê di civîneke rojnamevanî de derbarê endamtiya NATO yê Swêdê de ku hîn ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye pejirandin daxuyanî dan.
Hakan Fîdan, bal kişand ser şewitandina Quranê li Stockholmê û ew bûyer careke din şermezar kir û got: “Sîstema ewlekariya Swêdê ne di asta rêgiriya provokasyonan de ye û ev yek jî ji hêla stratejîk ve me dixe fikaran.”
Fîdan herwiha diyar kir ku alîgirên rêxistinên terorê bi serbestî dikarin çalakiyan li Swêdê bikin û Swêdê hîn sozên ku dane Tirkiyeyê bicih neanîne.
Fîdan got, gelo wê endamtiya NATO ya Swêdê bibe bar yan jî sûdeyê bide NATOyê ev mijareke ji nîqaşan re gelekî vekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin