Blînken û Fîdan li ser Xezzeyê û endamtiya NATO ya Swêdê axivîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku beriya civîna wezîrên derve ya NATOyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hevdîtinek pêk anîn.
Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser medya civakî ragihand ku di hevdîtina li Brukselê de, pêşhatên dawî yên Xezzeyê û mijara endamtiya NATO ya Swêdê hate axaftin.
Blinken jî diyar kir ku ew bi hevkariya ligel Tirkiyeyê kêfxweş in û da zanîn, gelek mijarên di civîna NATOyê de bên gotûbêjkirin hene û yek ji wan jî êrîşên berdewam ên Rûsyayê li ser Ukraynayê ye.
Hakan Fîdan jî diyar kir ku gelek mijarên girîng li ber wan hene û ew girîngiyê didin hevkarî û dostaniya xwe ya ligel Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin