Xelkê Finlandiyayê, dixwaze endamtiya NATOyê zûtir çêbibe
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Euractivê, raya giştî ya Finlandiyayê ji wê yekê hez nake ku Finlandiyayê ji ber dijberiya Tirkiyeyê ya li hember beşdarbûna Swêdê di hevpeymaniya NATOyê de nekeve pêvajoya endamtiyê.
Zêdeyî nîvê kesên ku ji aliyê portaleke medyayê ya li Finlandiyayê ve hatine anketkirin gotin ku divê welat bêyî ku li benda Swêdê be, bibe endamê NATOyê.
Hat diyarkirin ku ji % 53yê beşdarên anketa ku ji aliyê Ilta-Sanomat ve hatiye kirin, diyar kirin ku divê ew pêvajoya endamtiya NATOyê berdewam be û bêyî ku li benda Swêdê bin, tevlî tifaqa leşkerî bibin.
Li gorî hat diyarkirin, ji % 28ê beşdaran diyar kirin ku divê cîranên wan paşde nemînin, ji sedî 19ê jî nêrînek diyar nekirin.
Çepgir piştgirî didin serlêdana bi Swêdê re
Hat eşkerekirin ku ji % 73yê alîgirên Partiya populîst û neteweperest ên Finlandiyan bawer dikin ku endamtiya Finlandiyayê ya NATOyê nikare bi bernameya Swêdê ve girêdayî be.
Piraniya alîgirên Xiristiyanên Demokrat û Tevgera Niha heman ramanê parve dikin. Li aliyê din ji % 58ê alîgirên Hevpeymaniya Çep dixwazin Finlandiya û Swêd bi hev re serlêdanên NATOyê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di serdana xwe ya 1ê Sibatê ya Estonyayê de gotibû ku heger NATO serlêdanên Finlandiya û Swêdê ji hev cuda bike, Finlandiya dê serlêdana xwe ji nû ve binirxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin