Serokomarê Finlandiyayê, endamtiya NATOyê nirxand

12 December 2022 01:00 0 dîtin
Serokomarê Finlandiyayê, endamtiya NATOyê nirxand

PeyamaKurd- Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto, bi rêya bernameyeke televîzyonê, rewşa siyasî ya cîhanê nirxand. Serokomarê Finlandiyayê, pêvajoya endamtiya welatê xwe ya ji bo NATOyê jî nirxand.

Sauli Niinisto, di bernameya ku beşdar bû de pirsa, ‘Gelo Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê demê de rêxistineke bikêrhatî ye yan na?’ bersivand û got,

"Her ku pevçûnên li cîhanê zêde bûn, hêz û bandora me kêm bû.”

Niinisto, polîtîkayên ewlehiyê yên Finlandiyayê yên piştî şerê navbera Rusya û Ukraynayê jî nirxand û got,

“Heger her kes piştî Şerê Sar mîna Finlandiyayê tevbigeriya, Ewropa dê bihêztir bibûya. Niha zengilên alarmê lê didin û Ewropayê dît ku tenê qalkirina Amerîka û NATOyê têr nake. Divê Ewropa li ser ewlehiya xwe raweste û vê yekê cidî bigire. Em nikarin vê rastiyê ji bîr bikin ku sînorên me yên dirêj bi Rusyayê re hene. Rusya niha li wê derê ye û dê li wê derê bimîne."

Niinisto, îdiayên ‘Tirkiyeyê bi Rusyayê re peymaneke berovajî çêkir ji bo ku Finlandiya û Swêd di nav NATOyê de neyê ebûlkirin’ red kir û got,

"Nirxandina qaşo ya Rojava, nîşan dide ku nîşaneyeke bi vî rengî tuneye. Niha mijara endamtiya Finlandiyayê ya ji bo NATOyê, tenê dem e. Macarîstan, dê endamtiya me ya NATOyê, beriya Tirkiyeyê erê bike. Erêkirina Tirkiyeyê jî bi Erdogan û siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye.