Swêd ji bo nirxandina endamtiya NATOyê, sandekê disîne Tirkiyeyê
PeyamaKurd-Hikûmeta Swêdê ragihand ku ji bo li ser endamtiya NATOyê guftûgo bên kirin, ew ê şandeke dîplomatîk bişînin Tirkiyeyê.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde jî di rojên pêş de çûyîna şanda dîplomatîk a Tirkiyeyê piştrast kir. Partiya Demokrat a Civakî ku niha li Swêdê desthilatdar e da zanîn ku ji bo biryara wan a endamtiya NATOyê were nirxandin, ew ê di demeke kurt de şandekê bişînin paytexta Tirkiyeyê ya Enqereyê.
Di civîna ku duh bi awayê rojane di navbera Wezîrên Karên Derve yên NATOyê de li paytexta Berlînê ya Almanyayê hatibû lidarxistin de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu fikarên xwe anîbû zimên û gotibû ku “Swêd û Finlandiya, bi awayekî vekirî û eşkere, piştgiriya PKKê/YPGê dikin. Divê ew welatên ku bibin hevkarên me, piştgiriya PKK/YPGê nekin lewra ew, her roj leşker û polîsên me û sivîlên me şehîd dikin û êrîşî me dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin