Erdogan protokola endamtiya Swêd a NATOyê îmze kir û sand parlamentoyê

23 October 2023 19:44 0 dîtin
Erdogan protokola endamtiya Swêd a NATOyê îmze kir û sand parlamentoyê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê, îmze kir û ji Parlemetoya Tirkiyeyê re hate şandin.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 23yê Cotmehê protokola pejirandina endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê îmze kir û ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê hat şandin.

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê dê protokolê ji Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê re bişîne û piştî erêkirina komîsyonê dê protokol ji Parlamentoya Tirkiyê biçe ber dengdanê.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye heger belgeya pejirandina endamtiya Swêdê ya NATOyê radestî Amerîkayê bike, Swêd jî dê wekî 32yemîn endama NATOyê bikeve nava hevpeymana NATOyê.

Fînlandiya û Swêdê sala 2022yan piştî dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, serî li endamtiya NATOyê dabûn û Tirkiyeyê piştî danûstandinan, endamtiya Fînlandiyayê qebûl kiribû, lê ji bo ya Swêdê wekî hincet piştevaniya PKK û FETOyê nîşan dabû û heta niha qebûl nekiribû.