Erdogan dîsa gefa astengkirina endamtiya NATOyê li Fînlanda û Swêd xwar

18 July 2022 19:07 0 dîtin
Erdogan dîsa gefa astengkirina endamtiya NATOyê li Fînlanda û Swêd xwar

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî rêkeftina ligel Fînlanda û Swêd ya bo endamtiya NATOyê, careke gefan astengkirin an vetokirina endamtiya NATOyê li wan herdu welatan xwar.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro piştî civîna kabîneya xwe li ser mijarê got, heger Swêd û Fînlanda ji bo endambûna NATOyê şertên memoranduma ku îmze kirine, bi cih neyînin, ew ê vê pêvajoyê bidin sekinandin.

Erdogan wiha axivî: “Em dibînin ku Swêd dîmeneke baş nade xuyakirin. Em weke Tirkiyê sekna me gelek zelal e. Edî ew dizanin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî berî vê daxuyaniya Erdogan gotibû, ew belgeyên ku Swêd û Fînlandayê li ser kesên daxwazkirî ji bo endambûna xwe di NATOyê de ji Tirkiyê re şandine, daxwazên Enqerê têr nake.

Çavuşoglu dabû xuyakirin, Tirkiyê ji NATO, Swêd û Fînlandayê re ragihandiye ku Enqere derbarê endambûna wan de li ser şertên xwe rijd e, endambûna wan li ser bersivên wan herdu welatan (Swêd û Fînlanda) bi merc û xwestekên Tirkiyê ve girêdayî ye.