Serokwezîrê Swêdê, pêvajoya endamtiya NATOyê nirxand

13 December 2022 18:30 0 dîtin
Serokwezîrê Swêdê, pêvajoya endamtiya NATOyê nirxand

PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku di siyaseta nû ya berevaniyê ya Swêdê de xala wan a herî girîng, endamtiya NATO ye.

Ulf Kristersson diyar kir ku ew şert û mercên Peymana Sê alî ya ku ji bo endamtiya NATOyê li Madrîdê hatibû desnîşankirin, cidî dibînin û got,

"Em şertên Peymana sê alî ya ku di 28'ê Hezîranê de di navbera Swêd, Tirkiye û Finlandiyayê de hatin destnîşankirin, gelek cidî dibînin û em bi heman cidîbûnê hevdîtinên xwe berdewam dikin. Em li ser vê mijarê, ligel Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin jî her dem dan û stendinan dikin.”

Kristersson bal kişand ser şanda ku 2 hefte berê ji Tirkiyeyê hatibû û li Stockholmê ligel rayedarên Swêd û Finlandiyayê hevdîtin kiribû û got ku ew hevdîtin jî bi awayekî erênî derbas bûne.