Finlandiyayê, ji bo endamtiya NATOyê dîrok diyar kir

05 December 2022 15:30 0 dîtin
Finlandiyayê, ji bo endamtiya NATOyê dîrok diyar kir

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Pekka Haavisto, bi rêya ajansa nûçeyan ya Kyodoyê, pêvajoya endamtiya welatê xwe ya ji bo NATOyê nirxand. Haavisto diyar kir ku dibe endamtiya wan, di biharê de çêbibe.

Pekka Haavisto, di nirxandinên xwe de bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û diyar kir ku gotinên nukleerî yên Moskowê faktorên sereke bûn ku Finlandiya serlêdana endamtiya NATOyê bike.

Haavisto diyar kir ku ev rewş asta hişyariya ewlehiyê ya li Ewropayê zêde kir û bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê diyar kir ku Macarîstanê di destpêka meha sibatê de ragihandibû ku ew ê endamtiya NATO'yê bipejirînin û ew gelek hêvîdar in ku di biharê de her tişt çareser bibe ku di nav de erêkirina Tirkiyeyê jî heye.