Civîna 4 qolî ya ji bo endamtiya Îsveçê ya NATO yê wê li Kulliyê çêbibe
PeyamaKurd – Serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê ragihand ku wê civîna ji bo endamtiya NATO yê ya Îsveçê bi tevlîbûna Tirkiyê, Fînlandiya, Îsveç û NATO yê li Kulliya serokatiya Tirkiyê li Ankara bibe. Civîn di 14 ê Hezîranê de ye û wê mazûrvaniya civînê serşêwermendê serokkomarê Tirkiyê balyoz Akif Çağatay Kılıç bike.
Civîna 4 qolî di ser hesabê serokatiya danûsitendina serokkomariya Tirkiyê di ser Twitterê de hat kirin. Civîn seet 09.00 ê sibê de destpêdike. Şefê sekreteriya giştî ya NATOyê Stian Jenssen, serokê heyeta Îsveçê Jan Knutsson û serokê heyeta Fînlandiyayê Jukka Salovaara tevlî civînê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin