Amerîka bersiva Erdogan da: Hamas ji sala 1997an heya niha li gor me terorîste
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser mijara Hamasê û Îsraîlê bersiva serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan da. Erdoğan, di axaftina grûba partiya xwe de gotibû ku Hamas rêxistinekî terorê nîne û bersiva Amerîkayê gelek zelal hat dayîn. Li gor ragihandina Amerîkayê ya nivîskî:
“Di mijara Hamasê de tewrê me zelal e. Amerîka di sala 1997an de, ji ber Hamasê li hemberê sîvîlan tevgerên şiddetê kir û tevger siyasî bûn, Amerîka Hamasê rêxistina terorê dibîne.
Di 7ê cotmehê de, Hamas di tevgeran de aşkera danî meydanê ku di kirina tevgerên terorê de biryara xwe daye. Hamas, di her pêvajoya krîzê de êşa xelkê Fîlîstînê zêdetir kiriye û kiriye mayîn de, Hamas temsîla heysiyet û bêrîkirina aştiyê ya xelkê Fîlîstînê nake.”
Erdoğan, di civîna grûba AKPê ya meclisê de gotibû:
“Hamas rêxistinekî terorê nîne, rêxistina rizgariyê û ya mucahîdan e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin