Tirkiyê bersiva sermezarkirina Amerîka ya li ser hevdîtina HAMAS û Erdogan da

27 August 2020 09:30 0 dîtin
Tirkiyê bersiva sermezarkirina Amerîka ya li ser hevdîtina HAMAS û Erdogan da

PeyamaKurd – Tirkiye, daxuyaniya Amerîka ya li ser şermezarkirina hevdîtina HAMAS û Erdogan bi tevahî red kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, bersiva daxuyaniya Amerîka da û diyar kir, “Tirkiye daxuyaniya Amerîka ya ku dibêje sînor derbas kiriye (pîvan binpê kiriye) bi tevahî red dike. HAMAS li Gazayê aktorekî bi rêya demokratîk hatiye hilbijartî ye û nûnertiya rastîyeke girîng ya berbiçav ya heremê dike. Navnîşankirina nûnerên HAMASê wekî terorîstan, wê alîkariya aştî yan jî aramiya herêmê neke.”

Bi daxuyaniyekê, Washignton serokomarê Tirkîyê û serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar ji ber hevdîtina bi du serokên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê (HAMAS) re ya di 22'ê Tebaxê de li Stênbolê, bi tundî rexne kiribû.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyê de bersiva Amerîka da û destnîşan kir, “Mafê Amerîka tuneye ku li ser siyaseta welatên sêyem şîroveyan bike,’’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin, "Piştî ku rêvebirîya Amerîka HAMAS wek komek terorîst destnîşan kir, ofîsa Rêxistina Rizgarîya Fîlîstînê (PLO) ya li Washingtonê girt, tê wateya ku karbidestên Amerîkî têkiliyên xwe yên bi Revebirîya Fîlîstînê re qut kirine û xwe ji rastiyên herêmî dûr xistine, “

Wezareta Tirkîyê di daxuyaniyê de, bang li Amerîka kir ku bandora xwe û hêza xwe ya herêmî ji bo xizmetkirina berjewendiya Îsraîlê bi kar neyne, lê bi armanca çareseriyeke rast û adîlane ya şerê navbera Fîlîstîn û Îsraîlê polîtîkayên hevsengtir bişopîne.

HAMAS li Amerîka û i Yekîtiya Ewropî weke “rêxistinek terorîst” tê nasîn.

Herwiha Wezareta Karê Derve ya Amerîka bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser malpera xwe de diyar kir, ku herdu berpirsên HAMASê ku Serokkomar Erdogan ji wan re maldarî kir, di nava “Lîsetaya Terorîstên Gerdunî yên Taybet” de ne.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Amerîka de hat ragihand ku alîkariya domdarî ya Serokomar Erdogan ya ji bo vê rêxistina terorîstî tenê ji dûrxistina Tirkîyê ya ji civaka navneteweyî re xizmet dike, zararê dide berjewendiyên gelê Fîlîstînê, û hewldanên gerdunî yên bo pêşîgirtina êrîşên terorîstî yên Gazayê têk dibe.

Di daxuyaniya Amerîka de hatibû diyarkirin, "Em dazanîna fîkarên xwe yên di derbarê têkilîya hikûmeta Tirkîyê ya bi HAMASê re di astên herî bilind de didomînin. Ev cara duduyan e ku Serokomar Erdogan di vê salê de seroktiya HAMASê pêşwaziyê Tirkîyê dike ku hevdîtina yekê di 1'ê Sibatê de pêk hatibû, " di daxuyanîyê de hat gotin.

Hejayê gotinê ye, ku serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Hanîye û şandeya bi wî re di dawîya hefta borî serdana Tirkiyê kiribûn û 22’yê Tebaxê de li Stenbolê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabûn.