Bersiva Tirkiyê ji Amerîkayê re: Tedbîrên me yên ewlekariyê di asta herî jor de ne
PeyamaKurd – Amerîkayê ji ber êrîşên muhtemel ên li Beyoglu, Galata û Taksîmê hişyarî da welatiyên xwe. Li aliyê din Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê jî got, "Tedbîrên me yên ewlekariyê di asta herî jor de ne."
Di daxuyanîya ku ji aliyê Tirkiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî şewitandina Qur'ana Kerîm tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.
Herwiha hat gotin, "Agahiyên îstîxbaratê yên ji welatê navborî ku ji bo Tirkiyeyê hişyariya ewlehiyê daye û ji gelek welatên din dem bi dem ji me re tên şandin bi baldarî tên nirxandin."
Amerîkayê di 27ê Çileyê de hişyariya xwe ya ewlehiyê ya li hemberî êrîşên muhtemel ên li Tirkiyeyê yên piştî şewitandina Qur’anê ya li Swêdê nû kiribû.
Wî hemwelatiyên xwe li hember êrîşên muhtemel ên tolhildanê yên terorîstan li ser dêr, sînegog, nûnertiyên dîplomatîk ên li Stenbolê an jî cihên din ên ku rojavayiyan lê zêde dikin, bi taybetî herêmên Beyoglu, Galata, Taksîm û Îstîklalê hişyar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin