Ji Tirkiyê bersiva nameya Amerîkayê: Li dijî rûhê hevpeymaniyê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li Azerbaycanê ji rojnamevanan re axivî û li ser nameya Wekîlê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick Shanahan a mohletdayîna bo S-400an û destpêkirina dorpêçên Amerîkayê bi ser Tirkiyê de got, “Me dît ku ew ûslûb dijî rihê hevpeymaniyê ne.”
Di nameya Shanahan a bo Tirkiyê hatibû şandin de hatibû gotin, “Heger Tirkiye S-400an teslîm bigire, nikare F-35an ji Amerîkayê bistîne û dê pîlotên perwerdeya F-35an distînin jî heta 31ê Temûzê vegerin Tirkiyê.”
Akar da xuyakirin, “Behsa hevpeymanîbûn û şirîkatiya stratejîk tê kirin. Me ji wan re hêvîdariya xwe ya bo rihê hevpeymanîbûnê anî ziman, em ê di vê de berdewam bin. Heta niha me hemû sozên xwe yên ligel Amerîka û NATOyê bicih anîne. Em ji hevpeymanên xwe jî hêvî dikin berpirsiyarî û sozên xwe bicih werînin.”
Akar herwiha anî ziman ku ew dê roja Înê bi telefonê ligel Patrick Shanahan biaxive û ew li ser dixebitin ku bersiva nameyê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin