Iraqê rêkeftinameya ewlehiya sînoran a dijî PKKê temam kir: Pêskesî Tirkiyê dike

31 March 2024 10:45 0 dîtin
Iraqê rêkeftinameya ewlehiya sînoran a dijî PKKê temam kir: Pêskesî Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê di demeke nêzîk de pêşnûmeya rêkeftinameya ewlekariya sînorên xwe û Tirkiyê ku li dijî PKKê hatiye amadekirin pêşkeşî Tirkiyê dike.

Li gorî zanyariyên medya Tirk, rayedarekî ji Komîteya Daîmî ya Danûstandinên navbera Tirkiye û Iraqê ragihandiye ku pêşnûmeya rêkeftinameya ewlehîya sînoran û têkoşîna dijî PKKê hatiye temamkirin û wê pêşkeşî Tirkiyê bê kirin.

Rayedarekî iraqî yê navê xwe eşkere nekeriye daye xuyakirin, amadekariyên naveroka pêşnûmeya rêkeftinameya ewlehiya sînoran a ligel Tirkiyeyê bidawî bûne.

Hatiye diyarkirin ku di pêşnûmayê de, xalên derbarê ewlehiya sînoran û têkoşîna dijî PKKê cî digirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 14ê Adarê Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler bi vê mebestê bi şandeke ewlekariyê re serdana Bexdayê kiribûn.