Iraqê ji bo ewlehiya sînorên xwe pêngavekî nûh davêje
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani îro an ku roja Çarşemê serokatiya encumena wezîran ya heftane kir. Di civînê de behsa ewlehiya Iraqê ya giştî hat kirin û hinek şîretan kirin û biryaran dan. Piştî civînê daxwuyanî ji aliyê berdevkê serokerkaniya Iraqê Sabah en-Numan de hat dayîn.
Di civînê de tedbîrên ewlehiya sînor yên navdewletiya Iraqê, xwurtkirina sînoran û destekên ji bo mijarê hatin guftûgokirin. Her weha li ser destekkirina sînorên Iraqê yên bejahiyê û deryayê bi hûrayî rawestiyan. Berdevk en-Numan, hedefa vê stratejiyê weha rêz kir:
- Xwurtkirina ewlehiya sînoran,
- Ji bo rêvebiriya sînor û parastina sînoran ji bo dezgeyên pêwendîdar amadekirina rêber û proseduran,
- Dubarekirina girêdana peymanên navdewletî,
- Bi ewlehiya sînoran re hêsankirina seyahat, tûrîzm, bazirganî û veberhênanê,
- Nûhkirina deriyên sînoran û zêdekirina ewlehiya sînoran.
Di civînê de têkoşîna bi tunrewiyê re, xwurtkirina xebatên derûnî, civakî û rehabilitasyona entelektuelî jî ket rojevê.
Di meha Remezanê de ji bo xelk îbadetên xwe bîne cîh, parastina hûzûra xelkê û bicîhanîna pêdiviyên xelkê çi pêwist be dê bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin