Ji Amerîkayê bersiva Tirkiye û Hamasê
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Miller ragihand ku welatê wî wê li ser erkên xwe yên li Iraqê berdewam be û hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê bên standin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya heftane de pirsên rojnamevanan bersivand.
Hêzên me dê li Iraqê bimînin
Di bersiva pirsekê de derbarê daxuyaniya Rêberê Tevgera Bedir a Iraqê ya derbarê derxistina balyozxaneya Amerîkayê û hêzên wê ji Iraqê û komkirina îmzeya komek parlamenteran a li Parlamentoya Iraqê wiha hat gotin:
"Ez dikarim bibêjim ku hêzên me wê operasyonên xwe yên li Iraqê bidomînin ji bo rêgirtina li dubare derketina DAIŞê, ku ev yek ji bo Amerîka û welatên din ên navçeyê giring e di şerê dijî terorê de."
"Tirkiye hevalbendekî me yê NATOyê ye"
Matthew Miller bersiv da bangên derkirina Tirkiyeyê ji NATOyê yên piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên ku gotibû Hamas ne rêxistineke terorê ye û wiha got, "Tevî ku di vê mijarê de nêrînên me cuda cuda bin jî, ez dikarim bibêjim ku Tirkiye hevalbendekî bi nirx ê NATOyê ye." .
Herwiha derbarê daxuyaniya Erdogan de da zanîn, "Ez difikirim ku em di nirxandina xwe de pir zelal bûn, Hamas rêxistinek terorîst a rastîn e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin