Erdogan: Me ne tenê deng her wiha xwîn û vînê jî winda kiriye

03 April 2024 16:01 0 dîtin
Erdogan: Me ne tenê deng her wiha xwîn û vînê jî winda kiriye

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya AKPê de di derbarê encamên hilbijartinên herêmî de nirxandinan kir.

Li gorî agahiyên ku ji jêderên AKPê hatine wergirtin, Erdogan ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê gotiye "Me ne tenê dengan a gring xuyaye ku me xwîn û vînê jî winda kiriye."

Erdogan di axaftina xwe ya di derbarê encamên hilbijartinan de van nirxandinan kiriye:

"Dijminê herî mezin ê partiyeke siyasî ku ji nav gel û ji dilê gel hatiye ew e ku di navbera xwe û gel de dîwaran ava bike. Zexta enflasyonê û encamên wê di 31'ê Adarê de bi xurtî hate dîtin. tedbîrên pêşîlêgirtinê têr nekirin û gelek beşên civakê bi taybetî jî malnişÎnên ku li hemû parêzgehan li dengê wan nehat guhdarîkirinr, rastî kêmasiya aramiya aborî hatin."

Erdogan di nirxandinên xwe de destnîşan kiriye ku ew ê ji kêmasiyan nekin stûyê welatiyan.