Katî Pîrî: Dema mirov dengê xwe bide partiya wî Erdogan bi demokrasiyê bawer dike
PeyamaKurd – Endama Meclisa Nûneran a Hollandayê Katî Pîrî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got, "Erdogan di wê baweriyê de ye ku heta hûn dengê xwe bidin partiya wî demokrasî pir baş e."
Endama Meclîsa Nûneran a Hollandayê û Raportora berê ya Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê da.
Pîrî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, "Erdogan di wê baweriyê de ye ku heta ku hûn dengê xwe bidin partiya wî, demokrasî pir baş e."
Herwiha got, “Gelê Colemêrgê du meh berê şaredarê Kurd Mehmet Sıddık Akiş hilbijart. Girtina wî û danîna qeymeqam li şûna wî ne demokrasî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin