Li Cizîrê di dema vekolana DEDASê de hestiyên mirovan hatin dîtin

02 July 2021 14:21 0 dîtin
Li Cizîrê di dema vekolana DEDASê de hestiyên mirovan hatin dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê dema xebatên vekolandinê yên kompaniya belavkirina elektrîkî DEDAŞê de, parçe û hestiyên mirovan hatin dîtin.

Li gorî zanyariyan DEDAŞê li taxa Dagkapi ya Cizîrê ji bo danîna kabloyan xebata vekolane kir û dema wê vekolanê de hestiyên mirovan hatin dîtin ku nayê zanîn bê yên çi kesan in.

Hat ragihandin ku tîmên lêhurbûnê çûne cihê vekolanê û parçeyên hestiyan birine Tiba Edlî (Pizîşkiya Dadwerî) daku lêkolîn li ser wan bê kirin.

Hat zanîn ku serdozgeriyê jî derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin.