Li Diyarbekirê di dema lêkolînên restorekirinê de sê hestiyên mirova hatin dîtin

19 September 2020 16:38 0 dîtin
Li Diyarbekirê di dema lêkolînên restorekirinê de sê hestiyên mirova hatin dîtin

PeyamaKurd – Di dema xebatên restorekirinê yê li navçeya Sûra Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê de, li Birca Heftbira, 3 hestiyên mirova ku tê pêşbînîkirin ên çaxa navîn bin, hatin dîtin. 

Li gor Parêzgariya Diyarbekirê diyar kir, tîmên parêzgarî, şaredarî û Rêveberiya Monumentanê, di çarçoveya xebatên restorekirinê ku roja 10ê Tebaxê dest pê kiribûn, îskeletên mirovan dîtin.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hat destnîşankirin, di nav cihê şûnwarî, Birca Heftbira li navçeya Sûra, ku niha xebatên restorê û erdkolanê lê tên kirin, 3 îskeletên mirovan hatin dîtin.

Parêzgariya Diyarbekirê da zanîn, zelalkirina temenên wan her sê 3 îskeletên mirovan ên hatine dîtin dê di encama lêkolînan de bê diyarkirin.

Lê li gor zanyariyên parêzgariyê tê pêşbînîkirin, ku her sê îskelet yên Çaxa Navîn-dema Îslamiyetê bin.