Li Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû: Birîndar hene

16 December 2022 10:57 0 dîtin
Li Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû: Birîndar hene

PeyamaKurd Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê, di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li bajarê Diyarbekirê îro Înê 16ê Kanûna 2022ê di saet 05:10 xûlekan de li ser rêya Mêrdîn û Diyarbekirê nêzîka Bazara Ajalan de, di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbû û di encam de 9 polîs birîndar bûne.

Herwiha li ser agahdarkirinê, hejmarek zêde tîmên tendirûstiyê û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Di derbarê bûyerê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: "Li Diyarbekirê dema polîsên me dema diçûn karê xwe di saet 05:10an de, otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar rakirine nexweşxaneyan û tên dermankirin."

Herwiha Soylu eşkere kiriye, 2 kes bi tohmeta vê teqînê hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.

Parêzgariya Diyarbekirê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got, 9 kes birîndar bûne.

Parêzgariya Diyarbekirê di daxuyaniya xwe de da zanîn, "roja 16.12.2022an di saet 05:10an de dema derbasbûna minîbusa hêzên ewlehiyê, wesayîta ku li kêlake rê hatiye parkkirin hatiye teqandin êrîşeke terorîstî pêk hatiye."

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê 9 kesên ku di minibusa zirxî ya polîsan de bûne, ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û tu metirsiya jiyanê tuneye.

Herî dawî di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di derbarê mijarê de 2 kes hatine desteserkirin.