Baroya Diyarbekirê: Weke li Roboskî, dema mijar dibe Kurd hiqûqa navdewletî bê nirx dibe

21 July 2022 13:06 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê: Weke li Roboskî, dema mijar dibe Kurd hiqûqa navdewletî bê nirx dibe

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê daxuyaniyek li ser topbarana Tirkiyê ya gundê Perex yê navçeya Zaxoyê belav kir û sersaxî li malbatên qurbaniyan û Herêma Kurdistanê kir.

Baroya Diyarbekirê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir: “Li navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê bi bombebarana Artêşa Tirkiyê sivîlên ku di nav wan de zarok jî hebûn can dane.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Weke li Roboskî, dema mijar dibe Kurd hiqûqa navdewletî bê nirx dibe. Em sersaxiyê li malbatên kesên ku can dane û Herêma Kurdistanê dikin.”

Di berdewamiyê de Baroya Diyarbekirê  da zanîn, ew ê di warê hiqûqî de bûyerê bişopînin û got: “Baroya Diyarbekirê ji bo eşkerekin û cezakirina berpirsên van êrîşên ku dibin sedama canjidestdana sivîlan wê giliyên pêwîst bike û proseyeke bi bandor a hiqûqî bimeşîne.”