Kolana Diyarbekirê ya bi navê 'Sêx Seîd' bû sedema hêrsbûna Ûmît Ozdag!
PeyamaKurd – Dema xebatên înşakirina Kolana Şêx Seîd a ku wê rêya Farqînê û Erxeniyê ya Diyarbekirê bigihîne hev destpê kir, Serokê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag jî bertek nîşan da.
Ozdağ bi îdiaya ku dema wext hat wê navê kolanê biguherînin û bikin "Ziya Gökalp" û wiha got:
''Ji bo şaredariya Diyarbekirê qeyûm hat tayînkirin. Parêzgar jî qeymeqam e. Niha jî qeymeqamê qeyûm li Diyarbekirê Kolana Şêx Seîd ava dike. Kîjan dewletê navê kolanê li bajarê lê hatiye darvekirin, li ser xayînekî ku li dijî wê serî hilda, bi sedan efser, karbidestên leşkerî û sivîl qetil kir û di dawiyê de cezayê darvekirinê lê hat birîn, lê kir?
Ger hûn Kolana Şêx Seîd ava bikin, we çima qeyûm tayîn kir? HDPê jî Kolana Şêx Saît çêkir. Hûn veya berdewam dikin. Dema wext hat em ê navê wê kolanê bikin Ziya Gokalp ê mêrxas ê Diyarbekirê.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Abdullah Çîftçî, têkildarî projeyê li ser medyaya civakî daxuyanî dabû û gotibû,
"Bi Kolana Şêx Seîd em rêya bazine a pir pir girîng li bajarê xwe zêde dikin..."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin