Qeyûmê Diyarbekirê navê Kolana Sengalê bi navê Molla Guranî guhert
PeyamaKurd – Parêzgar û qeyûmê li şûna şaredarê hilbijartî yê Diyarbekirê hatiye tayînkirin, navê Kolana Şengalê bi navê Mola Guranî guherand.
Bi biryara şaredariya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvekirin, navê Kolana Şengalê ya li navçeya Rezan bi navê ‘Kolana Molla Guranî’ hat guhertin û lewheya rê jî bi Tirkî hat danîn.
Beriya niha di dema şaredarê hilbijartî yê HDPê de, ji ber zêdebûna koçberên Kurdên Êzidî navê Kolana Şengalê bi biryara şaredariyê hatibû danîn ku ew nav bi awayekî firmê 22yê Nîsana 2022yan bi navê Molla Guran hatiye guhertin.
Molla Guranî di dema Osmaniyan de mamostayê 4. Şeyhulîslam û Fatîh Sultan Mehmed bûye ku li gorî hin zanyariyan ew bi xwe jî Kurd bûye û navê wî yê rastîn Mola Goranî ye.
Qeyûmê Diyarbekirê berî niha jî navê Kolana Sîpan ê çiyayekî Kurdistanê bi navê Kolana Abdulkadîr Aksu guhertibû ku ew jî yek ji damezrînerê AKPê ye û wezîrê navxwe yê berê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin