Kê navê Sêx Seîd li kolana Diyarbekirê kiriye? Ew belge va ne…
PeyamaKurd – Nûçeya ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê navê Şêx Seîd li kolanekê kiriye, wek bombeyekê ket rojeva welêt. Lêbelê, rastî qet ne wekî ku ji raya giştî re xuya dikin in. Navê Kolana Şêx Seîd û 60 cihan ji aliyê Şaredarê wê demê Osman Baydemîr ve bi biryara meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya bi hejmara 274an a di 29/11/2011an de hatiye dayîn.
Li gorî agahiyên ku Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin daye, bi biryara meclîsê ya bi hejmara 241 a di 18/12/2014an de, navê Kurdî “Qada Şêx Seîd” li Qada Dagkapiyê hatiye dayîn. Hevşaredarên wê demê Gultan Kişanak û Firat Anli bûn.
'Serokên Daîreyê hatin darizandin'
Parêzer Cîhan Aydin bi bîr xist ku di serdema Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Efkan Ala de derbarê Şaredar û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê û hin serokên daîreyan de ji ber navê Şêx Seîd lêpirsîn hat vekirin û diyar kir:
“Rewşa şermê ye ku di derbarê bîranîna Şêx Seîd de daxuyaniyên bêexlaq, êrîşkar û ne rasteqîne tên kirin û hilbijartinên herêmî yên bên weke navgîna destkeftiyên siyasî tên bikaranîn. Dema ku dem û cih were wê gelê Kurd berteka xwe ya demokratîk eşkere bike. Ev mijar yek ji mînakên herî berbiçav ên nêzîkatiya du standard a rejîmê û dadweriyê ye ku pişta xwe dide şaredariyên Kurd. Dema ku Kurd ji ber navê Şêx Seîd tên darizandin, rejîm hewl dide ji vê yekê sûda siyasî bigire.”


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin