Alîgirên Bursayê bi girseyî êrîsî wesayîta bi plaqeya Diyarbekirê kirin!
PeyamaKurd – Maça Bursaspor û Înegolsporê di 2yê Nîsanê de li Navçeya Înegolê ya Bursayê hat lîstin. Beriya maçê alîgirên Bursasporê bi kevir û daran êrîşî wesayîta bi plaqeya 21 a Diyarbekirê kirin. Dîmenên êrîşê li ser medyaya civakî belav bûn.
Dema hat dîtin ku alîgirên Bursasporê bi kevir û daran êrîşî wesayîta 21 plaqeyê kirin, temaşevanan dirûşma "Her tim, li her derê ya herî mezin Bursa" berz kirin.
Çi qewimîbû?
Êrîşên ku beriya maça Bursaspor, Amadsporê li otela ku Amedspor lê dima, li stadyumê berdewam kir. Alîgirên Bursasporê yên li standê pankartên Mahmut Yildirim ên bi kodên "Torosa Spî" û "Yeşîl" ku bi kuştinên kiryar nediyar ên salên 90î hatibûn nasîn vekirin. Temaşevanan jî kêr û gule avêtin qadê. Di êrîşan de qelevanê Amedsporê û hin lîstikvanên wî birîndar bûn.
Bursaspor ji aliyê PFDKê bi 9 maçên bê temaşevan û dayîna pera hat cezakirin. Bursasporê bertek nîşanî cezayan da, êrîşa nîjadperest parast û got, ceza li alîgirên 'welatparêz' hatiye birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin