Afganistan | Êrîsî wesayîta Talîbanê kirin: 20 kustî û birîndar...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li wîlayeta Herat a rojavayê Afganistanê, wesayîteke leşkerî ya çekdarên Tevgera Talîbanê tê de bûn, rastî êrîşeke hejmarek çekdarên nenaskirî hat.
Li gorî ragihandina kanala Tilû News a Afganistanê, di encama êrîşa ku nehatiye zanîn bê êrîşkar çi kes in de, 3 kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.
Herwiha Ajana Herat News jî li gorî çavkaniyên xwecihî ragihandiye ku di wê êrîşê de18 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku êrîşkar 3 kes bûne û pêşî bombeyeke destan avêtine wesayîta leşkerî û piştre gule li kesên tê de reşandine ku heman çavkaniyan daye zanîn, yek ji êrîşkaran hatiye kuştin, du kesên din jî reviyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin