Li Afganistanê rûspî û Talîbanê ji bo agirbestê danûstandin kirin

16 July 2021 11:02 0 dîtin
Li Afganistanê rûspî û Talîbanê ji bo agirbestê danûstandin kirin

PeyamaKurd – Li gor Reutersê, li Afganistanê rûspî û Talîbanê ji bo agirbestê danûstandin kirine.

Parêzgarê eyaleta Badgisê Husamudîn Şems daye zanîn, rûsipiyên herêmê ji bo agirbestê navbeynkarî çêkirine.

Şems destnîşan kir, 10 rûsipiyên herêmê ji bo agirbestê berpirsî girtine ser xwe û ew berê bi Talîbanê re dû re jî bi rêvebiriya herêmî re axifî ne.

Talîban ji bo li Qala New ya paytexta Badgisê bi cîh bibe bi rûspiyan re li hev kir.

Berdevkê Talîbanê eşkere kir, wan agirbest qebûl nekiriye, lê ji bo sîvîl neyên kuştin ew ji navenda Badgisê derketine.