Misir: Ji ber helwesta Îsraîlê danûstandinên agirbestê rawestiyan
PeyamaKurd - Du jêderên ewlehiyê yên Misirê ragihandin ku piştî sê rojan, di danûstandinên agirbestê yên ji bo Xezzeyê de, ji ber helwesta tund a Îsraîlê encameke bi kêrhatî nehatiye bidestxistin û danûstandin hatine rawestandin. Du jêderan gotin ku niyekete rast a Îsraîlê ya lihevkirinê tune ye.
Li gorî Reutersê, du jêderan diyar kirin ku endamên şandeya danûstandinan ên Îsraîlî nakokiyên navxweyî derxistine.
Jêder wiha peyivîn: “Şêwazê pêwendiya ragihandinê ya di navbera serkirdeyên Îsraîlê û şandeya ku li ser navê wan danûstandinan dike, nîşan dide ku di navbera wan de nakokiyeke navxweyî heye. Ev tişt bi erêkirinên xalên lihevkirinê ya şandeya Îsraîlê diyar bû. Di dema danûstandinan de ji wan tê xwestin ku daxwazan biguherînin. Em ji şert û mercên nû jî matmayî ne ku dikarin danûstandinan bi tevahî têk bibin. Navbeynkar bi lihevnekirin, derengxistina bersivan û danîna bendên nû berovajiyê tiştên ku li ser hatiye lihevkirin, fêm dikin ku aliyê Îsraîlî van danûstandinan weke mijarên fermî dibîne. Armanca wan tenê bandorkirina raya giştî ye. Aliyê Misirê hêrsa xwe ji van paşvexistin û daxwazên nû nîşan da. Ji ber vê yekê heta ku aliyê Îsraîlê mîsoger bike ku di danûstandinan de ciddî ye, danûstandin hatin rawestandin."
Ji aliyê din ve kanala televîzyonî ya Qahîre El-Ixbariye li ser zarê jêderekî payebilind ragihand ku Misirê bi pêşniyara prensîbên nû yên ku berovajiyê wan prensîbên ku berê li serê hatibûn lihevkirin, daxwaz ji Îsraîlê kiriye ku rêgiriyê li danûstandinên agirbesta neke.
Di derbarê helwesta Îsraîlê de jêderan ji Reutersê re gotin: "Rêveberiya Îsraîlê bi derengxistina danûstandinan hewl dide raya giştî mijûl bike û di heman demê de raya giştî ya Îsraîlê jî ji peymanê dûr bixe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin