Misir: Di danûstandinên Xezzeyê de em negihîstine asta ragihandina agirbestê

05 March 2024 13:11 0 dîtin
Misir: Di danûstandinên Xezzeyê de em negihîstine asta ragihandina agirbestê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Misrê Semîh Şukrî di derbarê civînên ji bo agirbesta Xezzeyê de anî ziman ku Misir û Qeter bi rêya danûstandinên bi Îsraîl û Hemasê re hewl didin ku agirbestek bibe sedema azadkirina dîl û girtiyan hewl didin.

Şukrî di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi hevtayê xwe yê Hollandî Hanke Bruins re de got: "Em di danûstandinan de hê negihiştine asta ku ji bo Xezzeyê agirbest bê ragihandin.

Pêwîst e kontrolkirina alîkariyên ji bo Xezzeyê bi rêya dezgehên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk bê. Dergeheke sînorî ya bikêrhatî heye, lê belê rêgehên li ser arastekirina alîkariyê têr bikêrhatî nînin."

Şukrî da zanîn ku ew bi bêalîbûna rêxistinên NY bawer in û di derbarê rewşa mirovî ya Xezzeyê de wiha got: “Li Xezzeyê rewşa mirovî xirabtir bûye û gihîştiye wê astê ku li bakurê Xezzeyê zarok ji birçîna dimirin.

Şukrî her wiha hişyarî da ku domandina statukoya li Xezeyê wê bibe sedema gurbûna şer û metirsiyên pê re têkildar.