Papa Francis: Bila danûstandinên agirbesta Xezzeyê neyên rawestandin
PeyamaKurd - Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Francis, ji bo Filistînê banga agirbestê kir. Papa Francis ji aliyan xwest ku danûstandinên ji bo agirbesta li Xezzeyê neyên rawestandin.
Papa ji pencereya ofîsa xwe ya ku li Meydana Ezîz Petrûs dinihêre Niyaza Yekşemê ya kevneşop, di derbarê geşedanên Rojhelata Navîn de peyaman da.
"Bila li axa pîroz, li Qudsê aştî serdest bibe"
Papa got: "Careke din ez bi fikar im ku nakokiya di navbera Filistîn û Israîlê de li bajarên din ên Filistînê belav bibe."
Papa Francis banga xwe ya ji bo agirbesta li Xezzeyê dubare kir û got: "Ez bang dikim ku danûstandinên ji bo agirbestê neyên rawestandin, agirbesta lezgîn bê ragihandin, dîl û girtî bên serbestberdan û ji gelê Xezeyê ku bi gelek nexweşiyan re têdikoşin alîkariya mirovî bê kirin."
Papa axaftina xwe wiha domand:
"Bila li axa pîroz aştî hebe, bila li Qudsê aramî pêk bê. Bila bajarê pîroz bibe cihê pêkvejiyana Krîstiyan, Cihû û Mislimanan û tê de bi rêzdarî hev hembêz bikin û bijîn."
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Misir û Qeter ev demek e ji bo di navbera Îsraîl û Hamasê de li ser agirbest û pevguhertina dîl û girtiyan lihevkirinek pêk bê, di nav hewldanan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin