Vatîkan: Rewsa tenduristiya Papa Franciscus bas nîne
PeyamaKurd – Vatîkanê ragihand ku rewşa serokê dînî yê Katolîkên dinyayê ya Papa Franciscus ku hem serokê dewleta Vatîkanêye baş nîne, vê siba borî krîza astimê derbas kiriye, desteka oksîjenê didinê û ji ber trombosîtên nav xwînê kêmin, xwînê danê.
Papa, di serê mehê de bi sedema bronşîtê nexweş ketibû û di 14ê Sibatê de biribûn nexweşxana li Romayê ya bi navê Gemelliyê, li wê derê teşxîsa enfeksiyona polimikrobik û satilcana (zaturre) dualî jê re danî bûn. Li ser rewşa Papa Vatîkanê got:
“Rewşa Papa ya tenduristiyê baş nîne û rewşa wî ya xerab dewam dike. Weka me çawa duhî got; heya niha jiyana wî di talûkê de ye. Bîra wî tame û roja xwe li ser kursî derbas kir lê li gor do rewşa wî nebaşe.”
Li ser gotinên ku dibêjin wê Papa îstîfa bike û di mijarê de hinek rojname tevliheviyan dikin, sekreterê (serokwezîr) dewleta Vatîkanê kardinal Pietro Parolin, peyamê da rojnama Corriere della Sera û got:
“Ev tev tevlihevkirinin û ne hêjane. Em niha li ser tenduristiya Papa û dagera wî ya Vatîkanê difikirin. Ya girîng jî ev e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin