Vatîkanê li ser rewsa tenduristiyê ya Papa daxuyanî da

07 March 2025 08:39 0 dîtin
Vatîkanê li ser rewsa tenduristiyê ya Papa daxuyanî da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rewşa rêberê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Francîsco îro jî stabîl e û ti nîşaneyên bêhnçikandinê nehat dîtin.

Vatîkanê derbarê rewşa tenduristiyê ya Papayê 88 salî yê ku ji ber bronşîta giran a meha borî 3 hefte ye li nexweşxaneya Gemelli ya Romayê radibû û li wir teşhîsa pneumoniya dualî jê re hat dîtin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rewşa klînîkî ya Papa li gorî rojên berê sabît maye. Îro jî ti nîşaneyên bêhnçikandinê nîşan nedan. Papa ji bilî fîzyoterapiya bêhnê, terapiya fizîkî ya ji bo fonksiyonên motorê berdewam kir û jê sûd wergirt. Pîvana xwînê û testên wî yên xwînê sabît in. Taya wî tune ye."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha doktoran pêşbîniyên xwe yên derbarê pêvajoya nexweşiya Papa de eşkere nekiriye û rewşa wî ya klînîkî baş e.