Vatîkan: Rewsa tendirustiya Papa hinekî bastir dibe

21 February 2025 11:08 0 dîtin
Vatîkan: Rewsa tendirustiya Papa hinekî bastir dibe

PeyamaKurd – Vatîkanê ragihand ku rewşa tendirustiya Papa Francis, rêberê ruhanî yê katolîk û serokê dewleta Vatîkanê ku bi nexweşiya pişika dualî ketiye û li nexweşxaneyê tê dermankirin, hinekî baştir bûye.

Vatîkanê derbarê rewşa tenduristiyê ya Papayê ku ji 14ê Sibatê vir ve ji ber bronşîta giran li Nexweşxaneya Gemellî ya Romayê tê dermankirin de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rewşa tenduristiyê ya Papa hinekî baş dibe. Taya wî tune û nirxê xwîna wî sabît e. Ew li ser karê xwe ye."

Hat ragihandin ku Papa şeva borî bi aramî derbas kir.

Kardînal Matteo Zuppi, serokê Konferansa metranên Îtalyayê, ji rojnamevanan re got: "Em hemî ji bo Papa xemgîn bûn, lê tiştê ku hate gotin tiştên qewimîbûn bûn. Rastiya ku Papa taştê dixwe, rojname dixwîne, mêvandariya mirovan dike, nîşan dide ku em li ser rêya başbûnek tam in û em hêvî dikin ku di demek nêzîk de ev yek pêk were."

Vatîkanê di 18ê Sibatê de derbarê rewşa tenduristiyê ya Papayê ku roja Îniya borî ji ber nexweşiya bronşîtê ji serê mehê ve hatibû rakirin nexweşxaneyê û paşê hat ragihandin ku di rêka wî ya bêhnê de enfeksiyona polîmîkrob heye û hat gotin ku Papa Francis bi zaturê ketiye û rewşa wî ya klînîkî berdewam dike. Di daxuyaniya doh a Vatîkanê de hat destnîşankirin ku Papa desteka oksîjenê negirt û bi tena serê xwe nefes sitend.

Çalakiyên Papa yên ku ji bo dawiya vê hefteyê hatibûn plankirin, hatin betalkirin.