Vatîkan: Papa 2 caran ji mirinê vegeriya
PeyamaKurd – Vatîkanê ragihand ku Rêberê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Franciscus ê ku duh 2 caran ji ber bêhnçikînê nexweş ket, seranserê şevê raza ye û niha dikare bêhnê bide û bistîne.
Paya Franciscusê 88 salî serê meha Sibatê ji ber nexweşiya bronşîtê rakiribûn nexweşxaneyê û ev 19 roj in li Nexweşxaneya Gemelliyê tê dermankirin.
Vatîkanê der barê rewşa tenduristiya Papayê de daxuyanî da ku li nexweşxaneya navborî teşxîsa zatureya dualî lê hatibû danîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Papa ji ber ku 2 caran ji ber bêhnçikînê bi neçarî hildane dermankirina nonînvazîva ventîlasyona mekanîk û wiha hat gotin,
“Papa duh ji seranserê şevê raza ve ye û niha dikare bêhnê bide û bistîne.”
Vatîkanê di daxuyaniya xwe ya duhê de diyar kiribû ku ji ber tevliheviya tabloya klînîk bijîşk di warê nexweşiyê de bi fikar in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin