Papa Francis pistî 10 rojên nexwesxanê vegeriya Vatîkanê
PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis piştî 10 rojên razandina li nexwaşxaneyê îro 14ê Tîrmehê ji nexwaşxanê derket û vegeriya Vatîkanê.
Papa Francis êvara roja 04.07.2021ê li nexwaşxaneya Gemelî ya paytexta Îtalya Romayê ji bo emeliyateke rovîkan hatibû razandin û piştî emeliyatê rovîka stûr a Papa beşek jê hate girtin.
Li gor nûçeya medya Îtalyayê, niha rewşa tenduristiya Papa Francis baş e û îro Çarşemê ji nexwaşxaneyê derketiye û vegeriyaye Vatîkanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin