Girtiya Kurd Mujgan Kawusî pistî 16 rojên gireva birçûbûnê rakirin nexwesxanê

16 September 2020 15:55 0 dîtin
Girtiya Kurd Mujgan Kawusî pistî 16 rojên gireva birçûbûnê rakirin nexwesxanê

PeyamaKurd – Nivîskara Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Mujgan Kawûsî ku ev demek e di gireva birçîbûnê ye, ji ber têkçûna rewşa tenduristiya wê rakirin nexweşxanê.

Mujgan Kawûsî, sala borî bi tohmeta endamtîya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin û 16 roj berê ji ber binpêkirina mafên xwe ji aliyê berpirsên girtîgehê ve, ketibû gireva birçîbûnê.

Malpera mafên mirovan Hengawê ragihand ku doh rewşa Mujgan Kawûsî ya di girtîgeha Êvîn ya Tehranê de ye, xira bûye û ji ber wê jî ew bo nexweşxanê hatiye veguheztin.

Nivîskar û çalakvana Kurd Mujgan Kawûsî, ji bajarê Kelardeşt a parêzgeha Mazenderan ku dikeve bakûrê Îranê.