Papa Franciscus ji ber nexwesîna bronsîtê birin nexwesxanê

14 February 2025 23:59 0 dîtin
Papa Franciscus ji ber nexwesîna bronsîtê birin nexwesxanê

PeyamaKurd – Serokê rûhanî yê Katolîkên dinyayê û hem serokê Vatîkanê Papa Franciscus ji ber demekî dirêje nexweşîna wî ya bronşîtê pê re heye, ew birin nexweşxana Gemelli ya li Romayê.

Ofîsa çapemeniyê ya Vatîkanê daxwuyaniya nivîskî di derbarê tenduristiya Papa Franciscus de da û got:

“Papa Franciscus, piştî serê siba îro mêvanan qebûl kir, ji bo hinek tetkîkan bikin û tedawiya wî li nexweşxanê dewam bike, ew birin nexweşxana Gemelli ya Romayê.”

Ajansa Îtalya ya bi navê ANSA ragihand ku dibe tedawiya serokê rûhanî yê Katolîkên dinyayê Papa Franciscus 5 roj dewam bike. Papa dikare rojnamên rojane bixwîne û rewşa wî baş e.