Serokkomarê Iraqê Resid bi Papa Franciscus re hevdîtin kir

18 November 2023 21:23 0 dîtin
Serokkomarê Iraqê Resid bi Papa Franciscus re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Buroya çapemeniya Vatîkanê ragihand ku serokkomarê Iraqê Abdullatif Reşid li Vatîkanê bi   Papa Franciscus re hevdîtin kiriye. Di hevdîtinê de li ser rewşa xîrîstiyanên Iraqê, şerê navbera Hamasê û Îsraîlê û sazkirina aştiyê ya li herêmê axifîn. Vatîkanê got:

“Vê sibê li Vatîkanê li qesra Apostolik, Peder Francisê pîroz serokkomarê Iraqê birêz Abdullatif Cemal Reşid qebûl kir.”

Paşî serokkomarê Iraqê Reşîd, bi wezîrê Vatîkanê yê têkiliyên navbera dewletan û rêxistinên navdewletî serpiskopos Paul Richard Gallagher û wezîrê karên derve Kardinal Pietro Parolin re hevdîtin kir. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Di hevdîtina li wezareta karên derve ya Vatîkanê de, hat teyîdkirin ku têkiliyên duqolî başin û li ser mijarên berjewendiyên hevbeş axifîn. Divê Dêra Katolîkan ya Iraqê karibe misyona xwe bicîh bîne, bi taybetî temamê xiristiyanên Iraqê û Deşta Nînovayê bibe perçeyekî aktif ji herêmê.”

Di hevdîtinê de behsa şerê Filistin û Îsraîlê, behsa sozên aştiyê û îstîqrarê ku hatine dayîn hat kirin.

Dadgeha federal ya Iraqê ku biryara ezla kardînalê yekîtiya Keldaniyan Kardinal Louis Rafael Sako dabû hat kirin û hat gotin ku biryar biryarekî di cîh fde ye.