Serokkomarê Kazakistanê seredana Papa Franciscus kir

20 January 2024 00:49 0 dîtin
Serokkomarê Kazakistanê seredana Papa Franciscus kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Kazakistanê Kasım Comert Tokayev, li Vatikanê ji terefê Papa Franciscus de hat qebûlkirin. Di hevdîtinê de Tokayev behsa Kazakistanê kir ku çawa girîngiyê dide azadiya olî.

Serokkomariya kazakistanê di daxwuyaniya xwe de got ku serokkomarê Kazakistanê Tokayev di tûra xwe ya duyem de di roja duyem de, li Vatikanê ji aliyê Papa Franciscus de hatiye qebûlkirin. Tokayev di hevdîtina bi Papa re weha got:

“Kazakistan pirmezhebiye û em malxweyiya mezhebê Katolîk ya di Asya Navîn de ku herî mezine dikin. Ji ol û mezhebên cuda mirov dikarin îbadetên xwe di îbadetxaneyên xwe de bikin. Mafê parastina olî perçeyekî ji siyaseta min e. Ji ber hewlên we yên ku dixwaze di dinyayê de şer û dijberiya ji ortê rake ez sipasiya te dikim.

Siyaseta ernîgariya heyî derbê li temamê asayîşa dinyayê dixe û dibe sedema êşên mirovî û hem zahmetiyên aborî. Kazakistan weka dewletekî berpirsiyar ji bo aştiya dinayê û ewlehiyê destekê dide. Em li deverên germ yên dinyayê tevlî parastina aştiya Neteweyên Yekgirtî dibin.”

Papa Franciscus ji ber desteka Tokayev ya aştî û lihevkirina bi dinyayê re sipasiya wî kir.

Tokayev her weha bi wezîrê karên derve yê Vatikanê Paul Richard Gallagher re hevdîtin kir û li muze ya Vatikanê geriya.

Tokayev, seredana baregeha FAOyê ya li Romayê kir û bi rêvebirê giştî Qu Dongyu û rêvebirê bernama xidayê yê dinyayê yê Neteweyên Yekgirtî Cindy McCain re hevdîtin kir.