Papa Franciscus : “Derya Sipî bû goristanekî mezin”

23 September 2023 01:02 0 dîtin
Papa Franciscus : “Derya Sipî bû goristanekî mezin”

PeyamaKurd – Serokê rûhanî yê Katolîkan û serokê dewleta Vatikanê Papa Franciscus di seredana xwe ya ji bo 2 rojan de ku çû bajarê Marsîlya yê Fransayê, seredana abîda ku ji bo koçberên jiyana xwe ji dest dane kir û got:

“Ev derya bê hempa (Derya Sipî), bû goristanekî mezin. Derya ku em dibînin ya li hemberê me, kaniya jiyanê û di heman wextê de trajediya qezayên keştiyan yên ku dibin sedema mirinan, tîne bîra me. Kesên di deryayê de dimrin, divê em wan nexin şûna reqeman. Van kesan nav, paşnav û her yek ji wan çîroka wan heye.

Ez wan birayan difikirim yên ku bi hêviyan di deryayan de fetisîn. Li hemberê dramekî wehayî, peyv têr nakin, divê tevger hebe. Berya wê jî mirovahî pêwiste.

Herkesê ku talûka wan ya fetisandina di deryayê de heye, rizgarkirina wan wezîfa miroviye.”