Papa Francis: "Li Mûsilê ez bûm armanca êrîsa xwekujiyê"

18 December 2024 09:09 0 dîtin
Papa Francis: "Li Mûsilê ez bûm armanca êrîsa xwekujiyê"

PeyamaKurd – Papa Francis, rêberê ruhanî yê katolîk û serokê Vatîkanê ragihand ku ew bûye armanca êrîşeke xwekujî li Mûsilê.

Papa Francis di pirtûka xwe ya bi navê "Hêvî Tu carî Bêhêvîbûnê Neafirîne", ku wê di 14ê Çileya 2025an de bê weşandin, di beşa ku ew li ser serdana xwe ya Iraqê di sala 2021ê de diaxive de dibêje, du kes li ser rêya Mûsilê xwe amade dikin ku êrîşî wî bikin.

Papa Francis beşeke ji otobiyografiya xwe ku hîn bi tevahî nehatiye weşandin parve kir ku piştî di Adara 2021an de li Bexdaya paytexta Iraqê daket, polîs wî agahdar kir ku herî kêm du êrîşkarên xwekuj wê yek ji çalakiyên hatibû plankirin ku beşdar bibe bike hedef.

Di serdana xwe ya Mûsilê de piştî çar salan, Papa Francis serdana xirbeyên çar dêrên ku zirar dîtine kiribû.