Papa Francis stranbêja Kurd a operayê xelat kir

12 June 2024 17:22 0 dîtin
Papa Francis stranbêja Kurd a operayê xelat kir

PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Francis, stranbêja Kurd a operayê Sivêtlena Kasiyan a Rûsyayê bi Xelata Rêzgirtinê xelat kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Daner Ebubekir ragihand ku Xelata Rêzlêgirtinê ji aliyê Papa Francis ve pêşkêşî stranbêja Operayê Sivêtlana Kasiyan û malbata wê hate kirin ku bixwe welatiyeke Rûsya ya Kurda Êzidî ye.

Daner Ebubekir got ku di demeke rewşa siyasî ya navbera welatên Rojavayî û Rûsyayê de aloz bûye de, bandor li ser aliyên kulturî, hunerî û zanistî jî çêbûye û wiha axivî:

“Em her roj nûçeyên cuda cuda dibihîzin ku çawa stranbêj an werzişvanekî madalyaya xwe winda kiriye yan jî peymaneke hunerî pê re hatiye hilweşandin ku têkilî bi navend an jî şanoyeke Ewropayî re heye.”

Li ser wergirtina Xelata Rêzgirtinê ya stranbêja Kurd Sivêtlana Kasiyan ji aliyê Papa ve  Daner Ebûbekir diyar kir, cihê dilxweşiyê ye ku Rêberê Cîhanî yê Katolîkî Papa Francis, xelata spasnameya rêzlêgirtinê ya bilind pêşkêşî welatiya Rûsyayê ya bi netewe Kurd a Êzidî stranbêja Operayê Sivêtlana Kasiyan û malbata wê kiriye.