Papa Francis: Ji bo pêswaziya germ a li min kirine careke din spasiya gelê Kurd dikim

10 March 2021 20:15 0 dîtin
Papa Francis: Ji bo pêswaziya germ a li min kirine careke din spasiya gelê Kurd dikim

PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis ku 7ê Adarê serdana Kurdistanê kiribû û bi germî hatibû pêşwazîkirin, piştî spasiya xwe ya li merasîma stadyûma Franso Herîrî li Vatîkanê jî peyameke spasîyê belav kir.

Papayê cîhana xirîstiyanên katolîk Papa Francis di peyama xwe ya dawî de ragihand: “Ji bo wê pêşwaziya wan ya germ ku li min kirine, careke din spasiya gelê Kurd dikim.”

Papayê Vatîkanê qala pêşwaziya ji aliyê Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike û dibêje: “Pêşwaziya Serokên Herema Kurdistanê ya ku li Hewlêrê li min kiribûn, peyama biratiyê bû.”

Papa li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û xelkê Kurdistanê ve bi germî hatibû pêşwazîkirin û ev serdan û pêşwazîya bi heybet ya li Kurdistanê li cîhanê deng vedabû.