Papa li Kurdistanê ye | Serok Barzanî pêswazîyeke germ li Papa Francis kir

07 March 2021 11:05 0 dîtin
Papa li Kurdistanê ye | Serok Barzanî pêswazîyeke germ li Papa Francis kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêşwaziyeke germ li Papayê Vatîkanê Papa Francis kir.

Papa Francis piştî ku gihîşt Hewlêrê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nûnerên olî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî hatina Kurdistanê ya Papa Francis yekem hevdîtina wî ligel Serok Barzanî pêk hat.

Serok Barzanî pêşwaziyeke germ li Papa Francis kir ku dema gihîşt Hewlêrê jî bi peyamekê bixêrhatina Papa kir û serdana Hezretê Papa bo Herêma Kurdistanê wekî serdaneke dîrokî ku peyama aştiyê bi xwe re aniye bi nav kiribû.