Danûstandinên agirbesta Xezzeyê bê encam bûn: DYA hê jî bi hêvî ye

26 August 2024 12:31 0 dîtin
Danûstandinên agirbesta Xezzeyê bê encam bûn: DYA hê jî bi hêvî ye

PeyamaKurd - Danûstandinên li Qahîreya paytexta Misrê ku çavê hemû aliyan lê bû ku ji bo Xezzeyê agirbest bê ragihandin, roja Yekşemê bê encam bûn.

Li gor nûçeya Reutersê ku spartiye jêderên siyasî yên Misirî, ne Hamas û ne jî Îsraîl, ji xalên peymanê û paşvegavavêtina hevbeş yên ku navbeynkaran pêşniyaz kiriye re lampeya kesk pênexistine.

Rêvebiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî piştgirî dabû danûstandinên domdar ên ji bo dawêhêhanîna şerê ku nêzîkî 10 meh in didomin.

Tevî nûçeyên ji Misirê, jêderên DYAyî diyar kirin ku danûstandin bi awayekî "çêker" û ber bi "lihevkirina dawî ya pêkan" didomin.

Rayedarekî DYAyî ku nexwestiye navê wî bê dayîn di derbarê geşedanan de got ku xebatên li ser mijar û hûrgiliyên ku li ser wan lihevkirin çênebe, wê di rojên pêş de jî bidomin û da zanîn ku aliyên danûstandinê ji Qahîreyê naçin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê DYAyê Jake Sullivan jî civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku Washington ji bo lihevkirina li Qahîreyê "bi hewldaneke mezin tevdigere û ji bo vê yekê xebatên xwe didomîne.

Hevdîtinên ku bi mehan e didomin, ji bo kontrolkirina qeyrana mirovî ya li Xezeyê ku ji ber hêrişên Îsraîlê nêzîkî 40 hezar kes hatin kuştin û jîngeh bi giranî wêran bûne, gring in.

Di danûstandinan de aliyan li ser mijarên sereke li hev nekirin

Xaleke sereke ya danûstandinan ev pirs e; "Gelo hêzên Îsraîlî wê ji Korîdora Philadelphia ya li ser sînorê Xezeyê û Misrê vekişin an na?"

Di danûstandinan de ji aliyê navbeynkaran ve çendîn pêşniyarên cuda yên di derbarê pirsa "Gelo wê korîdor di destê kê de be?" hatin pêşkêşkirin, lê belê li gorî jêderên Misirî, li ser ti alternatîvan alî li hev nehatin.