Kamyonên sotemeniyê barkirî ji Misirê dest bi ketina Serîda Xezzeyê kirin

24 November 2023 13:32 0 dîtin
Kamyonên sotemeniyê barkirî ji Misirê dest bi ketina Serîda Xezzeyê kirin

PeyamaKurd – Herikîna sotemeniyê ji Misirê ber bi Şerîda Xezzeyê destpê dike

Hat destnîşankirin ku di çarçoveya "peymana rawestana însanî ya dijminatiyê" ya di navbera Hamas û Îsraîlê de, kamyonên sotemeniyê barkirî ji Misirê dest bi ketina Şerîda Xezzeyê kirin.

Çavkaniyên ji aliyê Xezzeyê ve destnîşan kirin, hatina sotemeniyê destpê kiriye.

Rawestana însanî ya ku tê payîn 4 rojan êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê rawestîne destpê kir.

Hat diyarkirin ku di kamyonên alîkariyê yên navborî de sotemenî û gaza ku di sîlindirên metbexê de bên bikaranîn dibirin.

Dema ku Îsraîlê ketina sotemeniyê ya Şerîda Xezzeyê asteng kir, gelek nexweşxane ji ber ku bê ceyran man, ambûlans ji xizmetê derneketibûn, gelek nexweşxane nekarîn çalakiya xwe bidomînin, ambulans ji xizmetê derketin û bijîjkan bi çirayên telefonên destan emeliyata neştergeriyê kirin.