Rêxistina FARCê êrîsên kamyonên bombebarkirî girt ser xwe

23 September 2023 18:56 0 dîtin
Rêxistina FARCê êrîsên kamyonên bombebarkirî girt ser xwe

PeyamaKurd – Êrîşên li Kolombiyayê yên erebeyên bombebarkirî ku êrîşê ser qereqol û baregehên leşkerî dikirin, rêxistina Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC)ê girt ser xwe. Êrîşa dawiyê li herêma rêvebiriya Caucayê çêbû.

Êrîşên bi wî rengî di 20-23ê Êlûnê de bi du ciyan kiribû. FARC di ser malpera xwe de berpirsiyariyan girt ser xwe û weha got:

“Di encama bûyera leşkerî de mirina 2 sîvîlan em weke xeta qebûl dikin. Em heya 8ê Cotmehê tevgerên leşkerî didin rawestandin û agirbesê radigihînin. Eger em aştiyê dixwazin şerî bidin rawestandin. Bila serokkomar Gustavo Petro jî fermanekî weha bide.”